HAMBÛRG – Ciwanên endamên TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN (Tevgera Jinên Ciwanên Tekoşer) li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê hatin cem hev û li gelek herêmên Hambûrgê li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava çalakî li dar xistin.
Ciwanên ku bi alên YPG û TCŞ’ê meşiyan bi sirûda Rojava deqeyek rêz girtin.
Şêniyên herêmê piştgirî dan ciwanên ku di meşê de dirûşm berz kirin, çepik û al vekirin.
Ciwanên ku timî bê navber siloganên “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Şehîd Namirin”, “Terorîst Tirkiye” berz kirin, heta gara trenê ya Hambûrgê meşiyan û li vir daxuyanî dan çapemeniyê.
Li ser navê ciwanan Mehmet Can axivî û got, “Dewleta Tirk dixwaze paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya li Rojava hatiye avakirin tine bike. “Em ê li hemberî van êrîşên li dijî gelê xwe bêbersiv nemînin.”
Can, helwesta xwe ya li hemberî desteka dewleta Elman a ji bo dewleta Tirk û bêdengiya wê ya li hemberî Rojava nîşan da û got, “Em weke ciwanên Kurd bang li hemû gelê Kurd dikin ku bibin yek û bi hev re li dijî van êrîşan li ber xwe bidin” û bi dirûşma axivî. “Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî bû.