PARÎS – Ciwanên TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN (Tevgera Jinên Ciwanên Tekoşer) ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêber APO li paytexta Fransa Parîsê li Kuleya Eyfelê çalakî li dar xistin.
Ciwanên ku pankartên “Azadî ji Ocalan re” û “Pour la liberte de Rêber APO, tous ensemble Serhildan” (ji bo azadiya Rêber APO bi hev re berxwedan) ji kuleya Eyfelê vekirin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO qîriyan.
Her wiha ciwanan alên Rêber APO û PKK’ê vekirin û timî dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxwedana PKK” berz kirin.
Ciwanên ku li ser vê bingehê hatin gel hev diyar kirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger bikin, bi dirûşmeya “Ji Rêber APO re azadî, çareseriya pirsgirêka Kurd” ku di meha Cotmehê 2023’an de destpê kir, ew ê li her demê, li her cihî li qadan bin.