HAMBÛRG – Ciwanên endamên TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN (Tevgera Jinên Ciwanên Tekoşer) hatin gel hev û li dijî qirkirina çandî ya dewleta Tirk a dagirker ku bi Polîtîkayên Şerê Taybet li Kurdistanê pêk tîne çalakiyek çandî li dar xistin.
Beriya destpêkirina çalakiyê, ciwanan di şexsê şehîd Erdal Şahîn û Şehîd Rojhat Zîlan de ji bo tevahî şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz girtin.
Çand çavkaniya sereke ya civakê ye
Piştre Sema Aydin bal kişand ser qirkirina çandî û got, “Çand çavkaniya bingehîn a civakê ye. Îro zîhniyeta desthilatdar a faşîst a AKP-MHP’ê êrîşî çanda gelê Kurd dike. Aydin got, “Armanc li vir asîmîlekirin û tinekirina gelê Kurd e” û got, “Em weke ciwanên TCŞ’ê li dijî van hemû Polîtîkayên Şerê Taybet em ê çand û zimanê xwe biparêzin.”
Li ser vê bingehê ciwanan dest bi bernameyên xwe kirin. Ciwanan li gel hunermendan govend gerandin û bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana Gerîlla”, “Bê Serok Jiyan Nabe” dawî li çalakiya xwe anîn.
Piştî çalakiyê ciwanan banga tevlîbûna meşa “Rêwîtiya Azadiyê” ya ku wê di 9’ê Sibatê de li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê dest pê bike, kirin.