MINBIC – Îro danê sibê Yekîtiya Werzîşê ya Minbicê bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” nîşandanekî tekwandoyê li dar xistin.
Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan, Desteya Ciwan û Werzîşê û Partiya Sûriyeya Pêşerojê beşdar bûn.
Li navenda Yekîtiyê Werzîşê ya Minbicê her kes ji aliyê rêvebera rêheval Doha ve hatin pêşwazîkirin. Piştre ji bo giyanê şehîdên şoreşê deqayek rêzgirtin hate girtin.
Piştî wê rêheval Alî hate vexwendin ku dest bi pêşkêşkirina bernameyê bike. Lîstîkvan hereketên tekwandoyê pêşkêş kirin û di dawiyê de ji aliyê Desteya Ciwan û Werzişê hatin rêz girtin.