NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên YCWK’ê diyar kirin ku 28’ê Çileyê saet di 00.30’an de ji bo balê bikişînin ser polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêber Apo û silavkirina çalakiyên gerîlayan wesayîta kesekî faşîst şewitandin.
“Çalakiya yekîneyên me yên YCWK Stenbolê!
Yekîneyên me yên Stenbolê roja 28’ê Çile saet 00.30’an li Taxa Esenyurt Ornek maşîna kesekî faşîst şewitandin. Ev çalakî ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêbertî û silavkirina berxwedana gerîla hate lidarxistin. Li ser vê bingehê em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku ji bo parastina nirxên têkoşînê bikevin nava liv û tevgerê.”