NAVENDA NÛÇEYAN- Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku ji bo tolhildana êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyek li gundê Basilê yê navçeya Şêrawayê li dar xistiye û di encamê de gelek leşkerên Tirk û çeteyên wê hatine kuştin.
HRE’yê bi dauxyaniyekê diyar kir ku ji bo tolhildana êrişên dewleta Tirk a dagirker çalakiyek li gundê Basilê yê navçeya Şêrawa ya bajarê Efrînê li dar xistiye.
Her wiha da zanîn ku di wê çalakiyê de, gelek leşkerên Tirk û çeteyên wê hatine kuştin, çeperên wan hatine ruxandin.
Hêzê diyar kir ku wê demên pêş de encam û dîmenên çalakiyê parve bike.