NAVENDA NÛÇEYAN – Ji bo Serokê Parêzgeha Ulku Ocaklariyê li Mala Xwendekarên xortan a Tînaztepeyê ya girêdayî Saziya Krediyê û Xwargehan (KYK) a Afyonkarahîsarê “merasîma pêşwazîkirinê” hat lidarxistin.
Serokê Parêzgeha Afyonê ya Ûlkû Ocaklarî Oguz Kagan Diler, bi merasîmekê derbasî wargeha KYK’ê ya ku xwendekarên zanîngehê lê dimînin û ketina partiyên siyasî lê hatiye qedexekirin, bû.
Di ketina yurdgehê de cerdevan û koma pê re “helwesta sereke” girtin û li benda derbasbûna Dîler man.
Hat diyarkirin ku Dîlera ku bi nîşaneya ûlkûciyan bi nîşaneya “gurê boz” hat pêşwazîkirin, paşê ketibû yurdê û li meqamê ji aliyê midûr ve hat pêşwazîkirin.
Ji aliyê din ve li ser parvekirina Serokê Parêzgeha Qersê ya Ûlkû Ocaklarî Cem Keskîn a li ser platforma medyaya civakî X (Twitter) bertek hat nîşandan.
Hat dîtin ku Cem Keskîn li dibistaneke ku tê texmînkirin dibistana seretayî ye ketiye dersê û ‘agahiyê’ daye xwendekaran, ne diyar e derbarê çi de ye.
Gelek bikarhênerên medyaya dijîtal bertek nîşanî vê postê dan.