NAVENDA NÛÇEYAN- Piştî 4 ciwanên Kurd hatin darvekirin, rayedarên rejîma Îranê vê carê cenazeyên wan radestî malbatên wan nake.
Welatiyên Kurd yên bi navê Mohsen Mazlûm, Mohammed Faramarzî, Wafa Azarbar û Pzhman Fatehî yên 19 meh in girtî bûn, duh danê siharê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin.
Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê piştî her 4 Kurd hatin darvekirin, rayedarên Îranê ji malbatên wan re gotine, ‘Li benda cenazeyan nemînin’.
Heman çavkaniyê ragihand ku cenazeyên her 4 Kurdan ji aliyê rayedarên Îranê ve di cihek nediyar de spartine axe û ji malbatên wan re jî gotin, li benda cenazeyan nesekinin.
Hêjayî gotinê ye piştî her 4 welatiyên Kurd hatin darvekirin, li seranserê cîhanê nerazîbûn çêbûn. Rêxistinên mafê mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê jî banga grevê kirine.
Çavkanî – ROJNEWS