Navenda û Çapemeniyê YPG’ê bi daxuyaniyekê Şehîd Birûsk Zendura bir anî.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Hevrêyê me Birûsk ku ji bo parastina hebûna gelên herêmê, rizgarkirina welatê xwe ji dagirkeriya dijmin û misogerkirina azadiya wê tev li refên me bû, di 2’yê Çileyê de dema li Dêrazorê erka xwe pêk dianî, di encama qezayekê de şehîd bû.
Hevrêyê me Birûsk ji malbateke Kurd a ji Girêspîyê ye, ji dayik bûye. Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de êrişî Kobanê kir, neçar ma tevî malbata xwe koç bike. Ev serpêhatiya koçberiyê merhaleyeke girîng a hevrêyê me Birûsk de ava kiriye. Hevrê Birûsk piştî salekê vegeriya xaka ku tevî malbata xwe lê dijî. Di sala 2019’an êrişa dewleta Tirk li ser Serêkaniyê û Girêspî û dagirkirina van bajaran, hevrê Brusk fêm kir ku dijminê gelên herêmê bi taybet gelê Kurd ne tenê DAIŞ, dewleta Tirk bi xwe ye. Hevrê Birûsk yê di temenê xwe yê zarokatiyê de hestên bêwelatî û bênasnametiyê nas kir, di temenê xwe yê ciwan de ji bo bi destxistina wan, biryara bibe parêzvanê gelê xwe û welatê xwe, da. Hevrêyê me Birûsk, hevrêyêkê me ciwanmerd û bi ruhê fedayî yê Apoyî, ji bo bi cih anîna her berpirsyariya ku dikeve ser milê xwe, tê koşiya. Bîranînên hevrêê me Brusk, ku yek ji mînakên berbiçav ên hevrêtiya sade û dirûst e, wê tu carî neyê jibîrkirin û di serketina têkoşîna me de wê zindî bê hiştin.
Em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz re bi taybet malbata wî ya hêja re dixwazin û soz didin ku em ê xeta şehîdan bişopînin û heta bigihêjin armancên xwe bê navber tê bikoşin.”
NASNAMEYA ŞEHÎD
Nasnav: Birûsk Zendura
Nav û Paşnav: Mihemed Osman
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Cemal
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor, 2 Çile 2024