NAVENDA NÛÇEYAN- Kêmek beriya niha balafirên şer yên dewleta Tirk ya dagirker gundê Geliyê Qeço yê rêze çiyayên Metîna bombebaran kirin.
Kêmek beriya niha balafirên şer yên dewleta Tirk ya dagirker gundê Geliyê Qeço yê rêze çiyayên Metîna ya girêdayî navçeya Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Duhokê bombebaran kirin. Heta niha têkildarî zererên canî û madî agahiyên zelal bidest neketine.