HESEKE- Di van rojan de Endamên Yekitya Jinên Ciwan ji bo ku xebatên xwe de bêhtir serkeftî bin û bikaribin bi formatên nûtirîn dest bi kar û xebat bikin civînên xwe yên salane li dar dixin.
Li ser vê yekê Yekitiya Jinên Ciwan a herema Cizirê beriya du roj civina xwe ya salane li darxist. Gelek jinên ciwan beşdarî civinê bûn xebatê xwe yên salane nirxandin her wiha gelek plansaziyên nû ji bo sala 2024’an li darxistin.
Endamê Zanista Sosyolojıya Azadiyê Evîndar Întîkam jî tevlî civina jinên ciwan bû û li vir de di derbarê rewşa Rêber Apo herî dawî de û beramberê vî rewşê pewiste jinên ciwan bi çî erk û misyonê rabin axaftinek kir.
Her wiha endamê Akademiya Zanista Sosyolojiya Azadiyê Evînda ji ajansa me re jî di derbarê rewşa Rêber Apo û jinên ciwan de axivî û wiha got;
“Girînge paradîgmaya Rêber APO bidin nasîn û li ser wê bingehê xebatên xwe bidin fêmkirin. Di heman demê de rola jinên ciwan di pêkanîna paradîgmaya Rêber Apo de bi şêwazeke rast bidin fêmkirin. Girîng bû ku nîqaş li ser çalakiyên jinê ciwan,tevlîbûna wan,rastiya xebat û nasîna azadiya jinê bi şêwazê rast bên kirin. Îro jin ew perçeyê esasî û yê herî girîng di hêsankirina pêkanîna şoreşê de ye.Li ser vê esasê piştî derbasbûna 12 sal li ser şoreşa Rojava em dikarin bêjin ku jin di vê şoreşê de roleke mezin lîst. Lê ev yek çiqas têrkere ku şoreş wisa berdewam bike mijara nîqaşê ye. Li ser vê bingehê divê em bi şêwazekî baştir tevlîbûna xwe saz bikin û xebatên xwe bi rêbazên nû pêşbixin ku ji pêvajoyê re bibe bersiv û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin. Rêber Apo tenê weke fîzîkî di girtîgehê de ye,ji ber ne gengaza ku fikrê Rêber Apo jî di girtîgehê de mabe,ji xwe Rêbertî bi awayekî tam fikrê xwe azadkiriye. Îro hemû qad bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” neqebûlkirina xwe nîşan didin. Ji ber vê sedemê jî Rêbertî her got “ez ne girtî me, ez azadim” ji ber fikir azade. Di eynî demê de Rêbertî dibêje; “Pirtûkên min li ku derê bin ez li wir im”. Li ser vê esasê ji jinên ciwan tê xwestin ku hewildana xwe hîn bêhtir pêşbixin ku pêkanîna paradîgmayê bi rêbaza jina azad bibe ji bo ku bikaribe xwe û hemû jinan azad bike. Dîsa jinên ciwan di rastiya şerekî wisa de jiyandikin. Şerê taybet ya ku îro li ser ciwanan tê meşandin di astên xwe yên bilind de ye û jinên ciwan ji ber xwediyê du nasnameyane ya yekemîn ji ber jine û li pey azadiya xwe dikeve û ya duyemîn ji ber ciwane hîn bêhtir rastî êrîşan tê,ji ber vê di şoreşa me ya heyî de hîn bêhtir jinên ciwan bûne armanc. Sîstemên heyî bi siysetên xwe dixwezin jinan bandor bikin,ji ber vê divê jinên ciwan têbikoşin ji bo azadiya jinan û azadiya Rêber Apo pêk bînin”.