MINBIC – Ciwan Minbic (Salih Tewfiq), ku di 18’ê Kanûnê 2023 de li çiyayên Metîna yên Kurdistanê wek gerîlayekî PKK di şerê tunelan li dijî dewleta Tirk a dagirker şehîd bû, îro li bajara xwe ya Minbicê bi merasîmekî hat bibîranîn. Meclîsa Malbatên Şehîdan merasîmê bi rêxistin kir û Tevgerên Ciwanan, saziyên sîvîl û leşkerî û şênîyên Minbicê jî tê de amade bûn.
Di konê sersaxiyê de wêneyên şehîdan û wêneyên Rêber Apo hatin daliqandin. Merasîm bi deqayekî rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştî wê, dengê Şehîd Ciwan Minbic (Salih Tewfiq) hat guhdarkirin. Piştre berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê Ehmed El Silêman derbarê Şehîd Ciwan axivî û sersaxî ji malbatê wî û tevahî malbatên şehîdan re xwest.