ŞEHBA – Bi pêşengtiya Desteya Ciwan û Werzîşê û Tevgera Ciwanên Şoreşger ya herêma Efrîn û Şehba ji bo şermezarkirina îdamkirina çar ciwanên kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê dewleta faşîst a Îranê û êrîşên kîmiyawî li dijî gerîlayên PKK li çiyayên Kurdistanê bi destên faşîzma dewleta Tirk çalakiyekî hat li dar xistin.
Di dest pê de deqayekî rêzgirtin ê bêdeng ji bo şehîdên şoreşê azadiya Kurdistanê hat girtin. Piştî deqayekî rêzgirtin li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ebdîn axivî û bal kişand li ser êrîşên topyekûn ên hêzên hegemon li ser tevahî Kurdistanê. Li hemberî wê jî destanên ku bi xwîna şehîdên qehreman hatine bidestxistin û hebûna gelan îspat kirin anî ser ziman.
Piştre sinevîzyonekî li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi çekên kîmyawî û çalakiyên operesyonên şoreşgerî ya gerîlayên PKK ji gel û ciwanan re li qada Ehdas hate pêşkêşkirin.
Çalakî bi siloganên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Partiya Karkerên Kurdistan”, “Şehîd Namirin” hate bi dawî kirin.