NAVENDA NÛÇEYAN- Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê darvekirina 4 ciwanên Kurd ji aliyê dewleta Îranê ve hatin şermezarkirin.
Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê darvekirina ciwanên Kurd ên bi navê Mohsen Mazlûm, Muhammed Faramazî, Wafa Azarbar û Peyman Fatehî ji aliyê dewleta Îranê ve û bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi çalakiyan hatin şermezarkirin.
Kobanê
Bi hezaran şêniyên bajarok û gundên Kantona Firatê ji Qada Jina Azad heta Çerxerêya Aştiyê meşiyan. Li çerxerêyê, hevserokê Desteya Jîngehê Arif Balî axivî û got: “Nikarin bi van kiryarên çewisandinê û qirkirinê rêya azadiya gelê Kurd asteng bikin. Li Kobanê em berxwedana gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê silav dikin. Em dibêjin, rêya ku Rêber Abdullah Ocalan û têkoşerên tevgera Apoyî ji me re ronî kiriye, rêya azadiyê û têkoşînê ye. Dijmin bi dehan komkujî li dijî gelê me kirin, di vê rêgeza xwe ya xwîndar de bi israr e. Lê belê em jî dibêjin, vîna gelê Kurd ji berê bihêztir e û her çiqas hewl bidin nikarî wî têk bibin.”
Eyn Îsa
Li Eyn Îsayê Meclîsa Kantona Girê Spî li pêşiya avahiya meclîsê daxuyaniyek da. Cîgirê hevserokatiya meclîsê Hezza Mihemed daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de sûcên Îranê li dijî gelên azad ên li Rojhilatê Kurdistanê, cezayên hovane li dijî her kesê banga mafên xwe yên rewa dike û darvekirina 4 ciwanên Kurd hatin şermezarkirin.
Her wiha berdewamkirina pergala dijminatiyê û qirkirinê ji aliyê hêzên faşîst ve, bi taybet dewleta Tirk ku çekên kîmyewî li dijî gerîla bi kar anîn, hate şermezarkirin.
Di dawiya daxuyaniyê de soza berdewamkirina rêya têkoşînê, berxwedanê û têkbirina fikrê faşîst û pergala qirkirinê hate dayîn.
Dêrazor
Nivîsgeha Jinan a Meclîsa Edaleta Civakî ya Kantona Dêrazorê li pêşiya Dîwanê Meclîsê daxuyaniyek da. Berdevka Mala Jinan Ayşe El Ehmed daxuyanî xwend. Endamên meclîsê, saziyên sivîl, xwecih û Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbya tev li xwendina daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de sûcên dewleta Îranê ên li dijî siyasetmedaran û jinan piştî serhildana di encama qetilkirina jina ciwan Jîna Emînî de rabûye û darvekirina 4 ciwanên Kurd hatin şermezarkirin.
Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku hesabê ji sûcdaran bipirsin û rê li ber bigirin.