HELEB – Bi diruşma ˊBi vejîna ciwanan xwe bi rêxistin bike, Rêber Apo azad bikeˊ Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Helebê li hola Star Layt a li herêma Şiqeyêf a li taxa Şêxmeqsûd ya Helebê konferansa xwe li dar xist. Di konferansê de nûnerên, ciwanên saziyên sivîl, partiyên siyasî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û YPGˊê beşdar bûn.
Di konferansê de endama rêvebera Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Lava Çawîş perspektîfên Rêber APO ên ji bo ciwan û rola wan di civakê de xwendin.
Dûre endama rêveber a Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Avaşîn Efrîn axivî û got: “Ji bo îsbatkirina hebûnê û pêkanîna azadiyê divê em xwe bispêrin berxwedana Rêber APO ku di oxira me de jiyan, temen û ciwantiya xwe feda kir.”
Avaşîn wiha domand: “Dijminên Kurd û mirovahiyê li ser tesfiyekirina tevgera me hevdîtinan pêk tînin û li dijî Rêberê me tecrîdê giran dikin. Lê bi şopandina me li ser metoda şehîdan em ê berjewendiyên mêtingeriyê têk bibin.”
Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Medya Miqdad rapora salê ya tevgerê xwend, di raporê de ev xebat hatin kirin; vekirina perwerde ji ciwanan re, lidarxistina civînên danasîna tevgerê û rola ciwanan tê de, meşên şermezarkirina terîd û êrişên dewleta Tirk.
Dûre deriyê nîqaşê hat vekirin. Endama Xeta Şehîd Rûken Zerdeşt Elîf Ebdo rewşa ciwanan nirxand û wiha got: “Perwerde çeka ciwanan li hember êrişên rejîmên desthilat û şerê taybet e. Ji ber ku ciwan ên herî bandor di civakê de ye û birêxistinkirina wan li ser fikir û felsefeya Rêber APO dê dagirkerî û mêtingeriyê têk bibin.”
Endama rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan a Xeta Şehîd Rûbar Qamişlo Jiyan Mistefa ciwan li ser siyasetên rejîmên desthilat hişyar kir û wiha got: “Divê em çand, adat û kevneşopiyên xwe li hember siyasetên îmhakirin û înkarkirinê bişopînin û nekevin xefka şerê taybet û xwe bi zanîn û zanabûnê perwerde bikin.”
Konferans bi gelek encamnameyan bi dawî bû; xebata li ser belavkirina felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, fikrên wî û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bê kirin, deriyê perwerdê bê vekirin, di rizgarkirina Efrînê de rolek bê lîstin, li hember siyasetên şerê taybet bê sekinandin, parêznameyên Rêber APO bên xwendin.