ŞEHBA – Endamên Tabûra Nemiran a Şehîd Zîlan Rojhat Zîlan (Ozkan Şahîn) û Erdal Şahîn (Hasan Ogûz) di 1’ê Cotmehê 2023 li navenda Enqereyê li hemberî Wezareta Karên Hundir a dewleta Tirk çalakîyekî fedayî kirin. Berî ku biçin çalakî peyamekî dawî qeyd kirin ku li Gerîla TV hate weşandin. Yekîtiya Jinên Ciwan ên Efrîn û Şehba îro evarê demjimêra 6 dimenê dawî yê şehîd Rojhat Zîlan û şehîd Erdal Şahîn da temasekirin.
Calakiya jinên ciwan bi amadebûna nêzî 60 ciwan û şênî li Kampa Serdem a koçberên Efrînê li Şehba hat li darxistin. Besdarvanên çalakiyê di şexse her du cangoriyên azadiyê de ji bo tevahî sehîdên soresê deqayekî rêzgirtin rawestiyan. Gel bi baldariyek mezin dimenê her du fedayîyan temase kir. Çalakî bi sloganên “Seh Namirin Be Serok Jiyan Nabe Jin Jiyan Azadi hate avetin.