NAVENDA NÛÇEYAN – Malbata şervanê Hêzên Parastina Gel (HPG) şehîd Ciwan Minbic (Salih Tewfîq El Maşî) di merasîma sersaxiyê de axivî.
Şehîd Ciwan Minbic tevî 4 hevalên xwe Berçem Ûmût, Rustem Arpêt, Şahîn Nûda û Dîlan Tûnç 18`ê Kanûna 2023`yan di berxwedana li hember êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker a li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbûn.
Kurapê şehîd Ciwan Minbic Farûq El Maşî got: “Dewleta Tirk a dagirker ji ber ku nekarî Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike ji ber wê bi tevahî rêbazan û heta bi çekên kîmyewî û qedexekirî bi kar tine.”
El Maşî wiha domand: “Bêdengiya hêzên navneteweyî li hember êrişan, jê re rê vedike bi çekên kîmyewî û yên qedexekirî êriş bike. Em dikarin bêjin ku destê wan di qirkirina gelên azad li Rojhilata Navîn û gelê Kurd de heye.”
El Maşî wiha behsa taybetmendiyên şehîd Ciwan Minbic kir: “Li hemberî zulmê û sîtemkariyê tev li Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bû, dûre têkoşîna xwe di nava hêzên gerîla de domand û di rêya azadiyê û mirovahiyê de şehîd bû.”
Kurapekî din ê şehîd Ebdurehman El Maşî jî got: “Pêkhateyên herêmê bi hevgirtina xwe planên dewleta Tirk û êrişên wê yên li dijî herêmên me û Kurdistanê têk birin. Heke Salih şehîd bixe jî, bi hezaran Salih hene.”
Ebdurehman bi karanîna çekên kîmyewî û qedexekirî, bi sûcên şer navand û bang kir ku hesab ji dewleta Tirk bê pirsîn.
Ebdurehman di dawiyê de got: “Em tev fedaiyê gelê xwe û axa xwe ne. Me bi hezaran şehîd di oxira vê axê de dan, em amade ne fedakariyên din bidin. Şehîdên me mînaka biratiya gelan in, ji Efrînê bigire heta çiyayên Herêmên Parastinê yên Medyayê em bedenek in.”
ÇAVKANÎ: ANHA