Îro salvegera 18’emîn a şehadeta Viyan Soran (Leyla Walî Huseyîn) e. Viyan Soran di sala 1981’an de li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hatiye dinê. Di sala 1997’an de tev li refên PKK’ê bû û erkên girîng girtin. Li hemberî Komploya Navnetewî û tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO, her wiha li dijî xeta tesfiyekarî û xiyanetê têkoşînek dijwar meşand. Bû yek ji pêşengên ji nû ve avakirina PKK’ê û wek endama Meclisa PKK’ê û Meclisa YJA-Starê cihê xwe girt.
Viyan Soran êvara 1’ê Sibata 2006’an li herêma Heftanînê li hemberî tecrîd û komployê çalakiya fedayî li dar xist û bedena xwe da ber agir.
Şehîd Viyan Soran bi nameyên ku ji bo Rêber APO, hevrêyên xwe, gel û malbatê re nivîsandine, bawerî û biryardariya xwe ya ji bo azadiyê tîne ziman, her wiha peyamên gelekî watedar ên ji bo serkeftinê dide.
Bi minasebeta salvegera 18’emîn a şehadeta wê de, em beşeke nameyên şehîd Viyan Soran ji nû ve diweşînin.
PEYAMA JI BO HEVRÊYÊN XWE
Şehîd Viyan Soran di nameyeke xwe ya ji bo hevrêyên xwe de balê dikişîne ser wateya sozê û têkoşîna serkeftinê. Beşeke wê nameyê wiha ye:
“Di PKK’ê de mezintirîn çalakî soz bi xwe ye. Dema gotin û soz wateya xwe winda bikin, bizanin ku xeflet, bêwijdanî, rûxandineke exlaqî heye. Encama rewşeke wiha jî teqez xiyanet e. Gelê Kurd, jin, PKK û Rêber Apo her tim ji pişt ve hatine xencerkirin. Di tevahiya fikir, helbest, stran û gotûbêjan de bi êşeke mezin behsa van tê kirin. Vîna berxwedanê, têkoşîn û xiyanet her tim bi bi hev re meşiyane. Wekî şerê di navbera Ehrîman û Ahûra Mazda de, her tim di nava şer de bûne. Zerdûşt dibêje; “Her çi qasî bi zehmetî be jî, ya ku di vî şerî de bi ser dikeve ronahiya Ahûra Mazda ye.” Bi vî şertî heta ku fikrên Ahûra Mazdayê hemdem bigihîjin serkeftinê ‘baş bifikire, xweş biaxive û rast pêk bîne’.
Wisa difikirim ku li dijî komployên hundir û derve ji bo ku çemberek ji agir çêkin, bi vî rengî jî mejî û wijdanên qerisîne bihelînin, pêwîstiya tevgera jinan bi milîtanên wekî yên salên 1996-98’an heye. Yanî li dijî dostaniya sexte û hevrêtiya kêm pêwîst e di jiyan û çalakiyê de wekî Zîlan, Sema û Serdar bibin bersiv.”
PEYAMÊN JI BO GEL
Şehîd Viyan Soran di nameya xwe ya ji bo gelê Kurd a bi sernavê “Ji Gelê Kurd ê Welatparêz û Berxwedêr re!” de jî peyamên gelekî watedar dide û rêyên serkeftinê nîşan dide. Beşeke wê nameyê wiha ye:
“Dîrokê îspat kiriye ku gelê Kurd miletekî qehreman û fedayî ye. Li dijî hemû siyasetên înkar, erebkirin, tirkkirin û farskirinê, tevî hemû kêmasiyan jî zanîbûye xwe biparêze û ji dîrokê nehatiye avêtin. Dewletên dagirker her tim gotine “Eger hûn bibin Tirk, Fars, Ereb wê mafê we yê welatîbûn û jiyanê hebe”. Dewletên emperyalîst her tim difikirin ka dê Kurdan ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî wekî amûrekê çawa, kengî û li ku derê bi kar bînin, lîstikên xwe bi ser bixin.
KURDÊN NOKER BAZIRGANIYÊ DIKIN
Çînên serwer ên Kurd an jî Kurdên noker jî, ji bo berjewendiyên teng ên partî, malbatên xwe û berjewendiyên şexsî her tim xwestine gelê Kurd ê kedkar bifiroşin û di ser wê re bazirganiyê bikin. Gelê Kurd ketiye rewşeke wisa ku di tu dîrokan û tu devereke cîhanê de mînakek wisa nehatiye dîtin. Ev rewş 5 hezar sal e tê jiyandin. Li hemberî vê rewşê gelê Kurd jî piştî hezaran şer, qetilkirin, kuştin, serjêkirin û koçberkirinê karîbûne xwe biparêzin û xwe gihandine sedsala 21’an.
RÊBER APO 30 SALAN MUDAXELEYÎ REWŞÊ KIR
Rêber Apo û Tevgera Rizgariya Kurdistanê 30 sal e mudaxeleyî vê rewşê dike û gelê Kurd gihandiye rewşa ku dikare têbikoşe, tenê xwe biparêz e. Kuştin û bi hevdanekuştin ji qederbûnê derxistiye. Niha jî bang li tevahiya cîhanê dike û dixwaze dawî livê trajediyê bîne. Dixwaze destê çareserî, aştî û demokrasiyê bê dirêjkirin. Lê ne hêzên ku dibêjin ew bi navê parastina mafên mirovan tevdigerin, ne jî dewletên Kurdistan dagir kirine bersiv didin. Ji wê jî wêdetir heta dawiyê bi hovîtî, şer û zextên mezin bersiv didin, teslîmiyet û koledariyê ferz dikin. Ev jî bi rengê tevlîbûna komploya navnetewî wekî konsepteke nû tê domandin. Navê vê konsepta nû jî şikandina îradeya Kurdê azad û bêrûmetkirina wan e. Dibêjin ku gelê Kurd înkar nakin, lê çareseriya bêyî Serok APO û PKK’ê esas digirin. Li aliyekê êrîşî Serok Apo, gerîla û gelê li ber xwe dide dikin, li aliyê din Kurdên girêdayî xwe datînin naverasta projeya Rojhilata Navîn û dixwazin wana bikin misogeriya dewlet û statuyên girêdayî xwe. Ev rewşeke asayî nîn e.
DIVÊ ARMANC TENÊ AZADÎ Û SERKEFTIN BE
Dijmin şerekî giştî îlan kiriye û ji niha ve dest bi pêkanîna wî kiriye. Di vê çarçoveyê de pêwîst e em jî wekî gelê Kurd ji her alî ve têkoşineke piralî û bihêz bimeşînin. Temînata serkeftinê di destê me de ye. Şertê vê yekê jî ew e ku herkes di nava şerê parastin û rûmeta xwe û gelê xwe de cîh bigire, biçe ser kar. Ji bo vê yekê jî her mirovek Kurd, her rewşenbîrek, her rêxistinek, hemû çînên civakê, hemû bajar, gund, kesên ji xwe re dibêjin “Ez mirovim” û “Ez Kurd im” pêwîste xwedî li nexşeya çalakiyê derkevin. Pêwîste armanca vê nexşeyê tenê azadî û serkeftin be. Divê êdî bêçaretî û têkçûn nebe; em di sedsala 21’an de bi têkoşîna xwe ya cewherî qedera xwe diyar bikin. Pêwîste di dema kurt û ya dirêj de 3 xalan bikin bingeha nexşeya xwe ya çalakiyan û bi hemû hêz û qabiliyeta xwe bixin nava tevgerê.
DIVÊ ÊDÎ JI DIRÛŞMEYÊ DERKEVE
Ya yekemîn: Pêwîst e wekî gelê Kurd û jinên Kurd ji bo azadiya Serok Apo, bi dirûşmeya “Bêyî Serok Apo jiyan nabe” gav bên avêtin û ev rastî ji dirûşmeyekê bê derxistin. Ji bo vê yekê pêwîste her rojek me wekî 15’ê Sibata 1999’an bi cesaret û watedar derbas bibe, lê divê bi hişmendî û rêxistinkirî bin. Bi rastî serhildanên 15’yê Sibata 1999’an pir gerim bûn û mirovên Kurd îspat kir ku Rêber Apo ji bo wan rastiyek jê veneger e, hinceta bingehîn a şer û aştiyê ye. Ez bawer dikim ku îradeya wê salê dê careke din xwe di dilê me de nû bike, di sererastkirina şertên Rêber Apo de geşedên ciddî çêbike û di demeke pir nêz de zemîna azadiya Rêber Apo mîsoger bike. Ji ber ku ruhê berxwedana 15’yê Sibata 1999’an hemû cîhan dorpêç kiribû. Ji ber vê yekê ez bang li tevahiya Kurdên li çar aliyên cîhanê dikim ku 15’yê Sibata vê salê bikin destpêkek têkoşîna azadiyê.
ÎRO ROJA TÊKOŞÎN BIRYARDARIYÊ YE
Ya duyemîn: Di çarçoveya xeta parastina rewa de, zirarê nedin yekîtiya gelan, li gel çalakiyên demokratîk û berxwedana gel, divê hemû ciwan (jin an jî xort) her yek wekî gerîlayekê berê xwe bidin çiya û mafê bersivdayînê yên li bajaran tenê ji HPG’ê re nehêlin. Çavkaniyên madî û manevî yên dijmin û hêzên şerxwaz û yên di êrişên tunekirina Kurdan re rola sereke dilîzin bibin hedef. Ji ber ku ev di qetilkirin û tunekirina Kurdan de xwedî rol in. Jin û ciwanên Kurd çawa ku duh rola xwe lîstine, pêwîste îro jî terzê çalakiyên pasîf derbas bikin û her yek ji wan weke gerîlayekê li bajaran derfetên çalakiyên mezin bi afirînin û pêk bînin. Ji ber ku îro roja têkoşîn û biryardariyê ye. Çalakiyên kêm wê bi xwe re bedelên mezin û encamên ku me heq nekirine bînin. Ji bo vê yekê derfet hene, dewlet di nava hejandinekê de ye û ewqas jî bihêz nîn e. Eger em di bingeha parastina cewherî de çalakiyan pêk bînin, dewlet wê bêçare bimîne û neçar be ku Îmraliyê bike muhatabê çareseriyê û deste aşitiyê dirêjî Kurdan bike. Eger ev yek pêk were wê daxwazên jin û ciwanên Kurd ên têkildarî aştiyê wateya xwe bigirin. Ji ber ku aştî û çareserî bedelên mezin dixwazin.
KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK RÊYA ÇARESERIYÊ YE
Ya Sêyemîn; rêxistinkirin û pêşxistina sîstema Konfederalîzma Demokratîk e. Rêber APO di vê mijarê de her tim sazî û dezgehên berpirsyar rexne dike ku giran tevdigerin. Pîvana bingehîn a bersivdayîna şehîdan, têkoşîna ku gel bi salan meşandine, ked û nirxên, her wiha girêdana bi Rêber APO re avakirina sîstema Konfederalîzmê ye. Ji ber ku Konfederalîzma Demokratîk rêya çareseriya demokratîk e û sîstema rêveberiya cewherî ya gelê Kurd e. Eger ev vê sîstemê baş fêm bikin û ji jêr ber bi jor ve rast rêxistin bikin, wê demê em ê tu cara pêdivî bi dewletbûnê nebînin. Em ê bidestxistina mafên ziman, çand û nasnameyê ji dewletê na, ji xwe bixwazin. Di vê çarçoveyê de di warê leşkerî, siyasî û rêxistinî de tevlîbûneke mezin pêwîst dike. Ez bawer dikim ku di demeke pir nêz de wê zayîna azadiya gelê Kurd pêk were. Çawa ku pêvajoya vejîna netewî hatiye biserxistin, îro jî wê bi hewldan û îradeya me, bi pêvajoya çareseriya demokratîk serkeftin bê bidestxistin û dawî li trajediya netewî bê anîn.
EZ JÎ DIXWAZIM TEV LI ÇALAKIYA WE BIBIM
Ez jî wekî zarokek we dixwazim tevlî çalakiyên we bibim û deynê xwe yê ji bo gelê xwe yê rêzdar û fedakar bidin. Dixwazim li çiyayên pîroz ên Kurdistanê zehmetiyên ku dijmin di navbera gel û gerîla de derxistine derbas bikim, sermaya zivistanê têk bibim û bi çalakiyek ji agir duristî û girêdana gerîla nîşan bidim. Her wiha dixwazim vê mizgîniyê bidim ku tevî hemû kêmasiyên me jî, heta ku qasî serê derziyê jî di hundirê min de ruhê PKK û Kurdayetiyê, fikra wê hebe, em amade ne ku wekî Sema û Serdar Arî bi îrade û baweriyê xwe feda bikin. Wisa difikirim ku ji bo jiyanek tije aştî û azadî serkeftin pir dûr nîn e. Eger dûr be jî bi tu awayî îrade û baweriya me ya têkoşînê nakişîne. Herî dawiyê dibêjim ez şanazim ku zarokek miletekî wekî we me.”