AMSTERDAM – Ciwanên endamên TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN (Jinên Ciwanên Tekoşer) li dijî tecrîda mutleq a girankirî ya li ser Rêber APO di 3 û 4’ê Sibatê de li bajarê Amsterdam ê Hollandayê wê meşeke dirêj li dar bixin.
TCŞ û Meclisa Ciwanên Şehîd Çekdar Canfeda TekoJIN wê bi dirûşmeya “Xwe birêxistin bikin û ber bi Rêwîtiya Azadiyê ve Bimeşin” meşeke dirêj li dar bixin.
Li ser vê bingehê ciwanan bang li ciwanên Kurd û şoreşger kirin ku beşdarî meşa dirêj a ku wê li Amsterdamê bê lidarxistin û her wiha meşa “Rêwîtiya Azadiyê” ya ku wê 9’ê Sibatê li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê dest pê bike, bibin.
Plansaziya meşê ya ciwanan wiha ye;
Roj 1: 3’ê Sibatê saet 13.00’an em ê li ber komeleya Zaandam dest pê bikin û heta îstasyona bajarê Amsterdamê bimeşin.
Roja 2: Di 4ê Sibatê de, saet 13.00, wê ji stasyona bajarê Amsterdamê dest pê bike û li Museumplein bi dawî bibe.
Destpêk ji: Symon Claezstraat 2, 1502 VE Zaandam