NAVENDA NÛÇEYAN
Hate ragihandin ku li navçeya Hacî Awa ya ser bi îdareya Raperîn, ji ber sedemek nediyar ciwanek bi guleyê jiyana xwe ji dest da.
Rêveberiya Polîsên Raperîn ragihand ku duh danê êvarî li navçeya Hacî Awa ya ser bi îdareya Raperîn, ciwanek di encama gule lê ketinê de jiyana xwe ji dest da.
Her wiha hate diyarkirin ku ciwanê jiyana xwe ji dest dayî 22 salî bû û piştî polîs gihiştin cihê buyerê lêkolîn dan destpêkirin.