NAVENDA NÛÇEYAN- DewletaTirk a dagirker gundên Amêdiyê topbaran dike, hemwextî êrişan balafirên bê mirov jî li ser herêmê digerin.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Li gorî agahiyên ji herêmê ketine destê ajansa mede, Artêşa Tirk a dagirker gundê Guherzê û derdora Amêdiyê ya ser bi Dihokê topbaran dike.
Nehat zanîn artêşa Tirk ji nav baregehên di nav xaka Başûrê Kurdistanê de êriş dike, yan jî ji baregehên li Bakurê Kurdistanê.
Hemwextî topbaranê, balafirên bê mirov jî li ser herêmê digerin. Heya niha derbarê ziyanan de agahî nehatine bidestxistin.
Hêjayî gotinê ye di demê dawî de bi taybet bi hevkariya PDK’ê dewleta Tirk dixwaze herêmê ji mirovan çol bike, ji ber vê jî rojane êriş dike.