LEVERKUSEN – Ciwanên endamên NRW (Nordrhein-Westfalen) TCŞ (Tewgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN (Jinen Ciwanên Tekoşer) bi armanca nivîsandina Fabrîqeya Çekên Kîmyewî ya Bayer a li bajarê Leverkusen ê Elmanyayê çalakiyek li dar xistin.
Ciwanên li ser vê bingehê hatin cem hev û bi armanca balê bikşînin ser êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker li ser Kurdistanê û şermezarkirina hevkariya çekan a di navbera Elmanya û dewleta Tirk de, li dijî Fabrîqeya Çekên Kîmyewî ya li Leverkusenê çalakiyek li dar xistin.
Ciwanên şoreşger diyar kirin ku ji bo şermezarkirina binpêkirina rêgezên şer ên navneteweyî yên dewleta Tirk a qirker, sûcê li dijî mirovahiyê yên bi çekên ku dewleta Elman difroşin û bombekirina çiyayên Kurdistanê bi çekên kîmyewî şermezar bikin, çalakiya xwe li dar xistin.
Endamên TCŞ û TekoJIN’ê bi boyaxa sor li derî, pencere û qatên kargehê bi boyaxa sor nivîsa “Bayer qetlîam Li Kurdistanê” (Bayer qetlîam Li Kurdistanê dike) û hemû camên bi rengê sor boyax kirin.