DÊRÎK – Yekitiya Jinên Ciwan li Kampa Newroz ya girêdayî Dêrikê a ku koçberên Serêkaniyê bi cih dike ji bo şermezerkirina komploya navnetewi û ji bo daxwaza azadîya fîzîkî ya Rêber Apo meşekî li dar xistin. Li Kampa Newroz koçberên Serekanîyê bi cih bûn.
Meş ji Kampa Newroz heya gundê Banqser berdewam kir. Li wir li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan Xanim Serekaniye daxuyaniyekî xwend diyar kir ku wek jinen ciwan komploya ku dikeve 26 saliya xwe tu cari ji bîr nakin u nadin ji bîr kirin. Her wiha, destnîşan kir ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were bi dest xistin wê tekoşîn bikin ji bo ku bigihêjin armanca xwe.
Piştî wê jî ciwaneki ereb li ser Rêber Apo helbestekî xwend. Çalakî bi berzkirina silogana “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.