KOBANÊ – Li bajarê Kobanê Yekîtiya Jinên Ciwan di salvergera 18’emîn a şehadeta wê de Viyan Soran bibîranîn.
Biranîn bi deqeyekî rêzgirtin ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê destpêkir. Li ser navê Jinên Ciwan axaftinek li ser jiyana şehîd Viyan Soran hat kirin. Di axaftina xwe de hat diyar kirin ku Viyan Soran bi jiyana xwe û tevlîbûna xwe ya partî bi temenê ciwan, wek fermandarekê YJA-Star bû pêşeng di xeta jina azad de û mînak ji bo hemû jinên ciwan. Her wiha, hat destnîşan kirin ku li hemberî xayîntiya KDP şehîd Viyan Soran di nav gelê Başûr de xeta niştîmanî û welatparezî xurt kiriye û ku agira çalakiya Viyan Soran agira hezkirina jinên ciwan ji bo Rêber Apo bû. Axaftin bi soza şopanda xeta şehîd Viyan Soran bi dawî bû û jinên ciwan diyar kirin ku wê xwe di fikirê Rêber Apo de kûr bikin û tekoşina xwe ji bo Rêber apo bilind bikin.
Piştre nameya şehîd Viyan Soran ji bo Rêber Apo hatiye xwandin. Mûm hatin vêxistin û sînevîzyonekî li ser jiyana şehîd Viyan Soran hatiye temaşe kirin.