TEBQA – Gelê Tebqa îro sibê bi meşekî girseyî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo şermezar kir. Di encama komployekî dehan dewletan Rêber Apo di 9’ê Cotmehê 1998 ji Sûriyê hat derxistin û di 15’ê Sibatê 1999’an de li Kenya hat girtin.
Xwepêşandan ji taxa duyemîn bi beşdariya gel, saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî û tevgerên ciwanan dest pê kir. Al û wêneyên Rêber Apo û pankartên li dijî bêdengiya navnetewî û rêxistinên mafên mirovî hatin hildan. Meş heya navenda Çand û Huner berdewam kir. Li wir çalakvan ji bo bîranîna giyanê şehîdan deqeyek rêzgirtin rawestiyan. Piştre berdevkê Komîteya Çand û Huner derbarê tecrîd û berxwedan li Îmraliyê axivî û diyar kir ku ew wê li hemberî komployê û komplogerên ku di şexsê Rêber Apo de têkoşîna gelên azadîxwaz hedef girtin dengê xwe bilind bikin.
Piştî wê xebata hunerî ya şanoyê ya bi navê “Fikir Namire” û bi strana “Wisa Dibêje Ocalan” bi dawî bû.