MINBIC – Yekîtiya Jinên Ciwan a Minbic îro li gundê El-Haya merasîmekî ji bo bîranîna şehîd Viyan Soran li dar xistin. Viyan Soran li Başûrê Kurdistanê ji dayîk bû û di ciwantiya xwe de tevlî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû. Zû berpirsiyartiyên mezin di nav partî de rakir û bû fermandarekî hêzên gerîla. Di 2’ê Sibatê 2006 de Viyan Soran li dijî Komploya Navnetewî ya li ser Rêber Apo bedena xwe da ber agir.
Bi beşdarbûna bi dehan şêniyên El-Heyayê û endamên Meclîsa El-Heyayê, bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê tevahî şehîdên şoreşê dest pê kir. Mêvan ji aliyê berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan bi navê Arîn ve hatin pêşwazîkirin. Piştre jî nameya şehîd Viyana Soran ji bo Rêber Apo hate xwendin. Mûm ji aliyê hevrêyên beşdar ve hatin pêxistin, piştre sînevîzyona li ser jiyana şehîd Viyana Soran hate pêşkêşkirin. Merasîm bi qîrîna dirûşmeyên “Şehîd Namirî” bi dawî bû.