NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakiya sosyalîstên li Ewropayê ku ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya li dijî tecrîda li ser Rêber Apo hat destpêkirin, li Baselê dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kiribûn. Greva sosyalîstan di roja 2’yemîn de didome.
Bi pêşengiya Konfederasyona Koçberên Bindest a Ewropayê (AVEG-KON), Platforma Dengê Girtiyan (TSP), Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) û Young Struggle, li Koln ê Elmanyayê, Parîs ê Fransayê, London ê Îngilistanê û Basel ê Swîsreyê bi awayekî hemwext dest bi greva birçîbûnê ya 3 roja kirin. Sosyalîstên li BEKSAM (Navenda Çand û Hunerê ya Perwerdehiyê ya Baselê) ya Baselê greva birçîbûnê didomînin, îro li Qada Clara hatin cem hev û li vir çalakî li dar xistin.
Pêkhateyên Yekîtiya Hêzên Şoreşger (DGB) jî beşdarî çalakiya ku di pêşengiya TSP’ê de di hefteya ewil a her mehê de li dijî tecrîdê û binpêkirinên giran ên mafan ên li ser girtiyan tê lidarxistin bûn û di çalakiyê de wêneyên girtiyên nexweş ên giran hatin hilgirtin. Di çalakiyê de metna çapemeniya bi Elmanî hate xwendin, li ser navê AVEG-KON’ê çalakgerê greva birçîbûnê Alî Orak daxuyanî da.
Orak bal kişand ser grevên birçîbûnê yên 69 roj in li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê didomin û rewşa girtiyên nexweş ên giran û got: “Em weke sosyalîst li dijî pêkanînên dijmirovahî û şikandina tecrîdê li qadan bin. Orak di berdewamiya axaftina xwe de bêdengiya Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) ya Ewropayê , Konseya Ewropayê (KE) û Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li hemberî tecrîd, binpêkirinên giran ên mafan û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li ser Kurdistanê rexne kir.
Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê (CDK-BL) axaftin hat kirin. Di axaftina ku greva birçîbûnê hat silavkirin de, banga tevlîbûna meşa dirêj a bi pêşengiya enternasyonalîstan ku di 10-15’ê Sibatê de ji Baselê heta Strasboûrgê bê lidarxistin û mîtînga navendî ya 17’ê Sibatê li bajarê Koln ê Elmanyayê bê lidarxistin, hate kirin.
Di daxuyaniyê de ev daxuyanî hatin dayîn:
“Dewleta Tirk di dîroka xwe de bi xwîna Kurdan dirijîne û bi asîmîlasyonê xwe ava kiriye. Bi taybetî di 20 salên dawî de bloka faşîst a AKP-MHP’ê li dijî aştiyê polîtîkaya şer meşand û bi komkujiyên Kurdan hewl da siberoja neteweperestiyê biafirîne. Li cihê ku faşîzm hat ser desthilatdariyê, binpêkirina mafên mirovan bênavber berdewam dike. Girtîgeh ji bo girtiyên nexweş û extiyaran wekî îşkencexane tên bikaranîn. Beriya her tiştî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîşaneya herî girîng e. Ev tecrîd ji bo rê li ber îlhama felsefe, paradîgma û siyaseta Ocalan bigire tê meşandin. Ji 27’ê Mijdar 2023’yan vir ve gelek girtî dest bi greva birçîbûnê kirine û îro di roja 69’emîn de ye! Em ê heta dawiyê vê têkoşînê bidomînin.”
Piştî axaftinan çalakvan vegeriyan BEKSAM’ê û li wir çalakiya xwe ya greva birçîbûnê berdewam kirin.
Greva birçîbûnê ya ku tevahiya rojê ji aliyê saziyên şoreşger ve tê ziyaretkirin wê êvara Yekşemê bi dawî bibe.