DÊRAZOR – Meclisa ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê li xeta rojhilatê Dêrazorê derbarê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo de semînerekî da.
Semîner bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan dest pê kir û piştre endamê ciwanên Partiya Sûriyeya Pêşerojê Nermîn El-Mehmûd axivî.
Ji bo bîranîna komplo û aliyên li pişt wê û çawaniya pêkanîna wê, destnîşan kir ku gelek dewlet bi armanca rê li pêşiya eşkerekirina rastiya sîstemê kapîtalîst ê yekdestdar li dijî gel û polîtîkayên wan ên mêtînger bigirin, beşdarî komploya li dijî Rêber Apo bûne.
El-Mehmûd jî got: “Em ê teslîmî polîtîkayên hegemonyaya kapîtalîst û welatên wê nebin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ku li dijî dewletên modernîteya kapîtalîst têdikoşe, em ê têkoşînê mezin bikin, ciwanan û tevahiya civakê bi rêxistin bikin.” Piştre nîqaş ji beşdaran re hat vekirin.