ATÎNA – Endamên ADKKM (Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Atînayê) û TCŞ (Tevgera Ciwanen Şoreşger) ên li bajarê Atîna yê Yewnanîstanê hatin cem hev û li bajarê Kolnê bi sernavê “Ji Rêber APO re Azadî, Çareseriya Demokratîk a Pirsgirêka Kurd” li hev civiyan. Elmanya, di 17’ê Sibatê de bi xwendina metna bangê banga tevlîbûna meşê kir.
Teksta bangê wiha ye;
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di encama komploya navneteweyî de 25 sal in di Sîstema Îşkenceya Îmraliyê de tê ragirtin. Em ê li her qadê li dijî hêzên ku jiyana bê Rêbertî ferz dikin dengê xwe bilind bikin û bêjin em jiyana bê Rêbertî qebûl nakin. Ji bo vê jî divê em di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Çareseriya Demokratîk a Pirsgirêka Kurd” a ku di 10’ê Cotmehê de li qada navneteweyî hat destpêkirin de herikîn Kolnê.
Divê hemû ciwan, di serî de ciwanên Kurd, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan biqîrin!