Taybetmendiyên Kesayeta Lîberal Wekî ku me destnîşan kir, lîberalîzm tenê teorî nîne. Lîberalîzm îdolojiya sîstema kapîtalîst e. Ji ber ku îdoloji ye, yekser li gorî xwe kesayet jî avadike û bi vê kesayetê re xwe dide jiyankirin. Wekî her sîstemekî, Kapîtalîzm jî bi riya îdolojiya xwe dixwaze di nava civakê de xwe mayînde û rewa bike. Ji ber ku ti sîstem bi tenê bi darê zorê nikare berdewamiya xwe misoger bike. Li
ser vê bingehê lîberalîzm çawa li ser civakê bandor dike, kesayetekî çawa avadike û di nava têkoşîna me de bandora wê çi
ye divê em bizanibin. Di xwezaya însan de civakbûn heye. Civak û ferd di nava hemahengiyekê de hevdu avadikin. Mirov bê civak naye
fikrandin, ferd jî bi nasnameya xwe ya civakî dibe mirov û dikare di nava civakê de rol bileyze. Di xwezaya însan de civak û ferd hevdu temam dikin, yek in: Civak azad e û ferd jî di nava civakê de azad e. Pergala deshilatdar a şaristaniyê xwe li ser perçebûna civakê avakiriye û li gorî vê di dûr û dirêjahiya dîroka xwe de ji bo vê îdolojiyên girêdayî xwe pêşxistin û kesayet/ferdên li gorî vê jiyan bikin avakiriye. Sîstema kapîtalîst bi îdolojiya xwe ya lîberalîzmê ve vê yekê anî asta herî jor û asta herî ji rê derketî. Nirxên herî pîroz ên mirovatiyê, mîna azadî,
wekhevî û demokrasî bi tîpên mezin ser eniya xwe dinivîsîne û bi vî rengî sextekariya herî mezin dike. Encama vê yekê jî
kesayetekî ku heya dawî xwe dixapîne ye. Ev kesayet koletiya xwe bi navê azadiyê qebul dike. Ne ku tenê qebul dike, jê hez
dike. Rêber APO dibêje: “Lîberalîzma ku di warê exlaq de piçukketin û rezîlbûnê îfade dike, azadî nîne, berovajî şêweyekî
herî rezîl ê koletiyê ye ku bi serwextbûnekê sexte û qelp li ser piyan tê girtin.” Bi riya lîberalîzmê ve hêzên kapîtalîst perçe perçebûna civakê
anîne asta herî jor. Her ferdekî/-ê di roja me ya îro de dike mîna “xwedê”, yani bi vî rengî dide bawerkirin. Dibêje, tu tenê li gorî
min/xwe be, tu hertim baş bixebitî, tu dikarî xwe bigihîne burjuvabûnê, tu jî dikarî bibî kapîtalîst, yani tu “azad î”.
Felsefeya ku îro ji Amerîka derketiye, miletê xwe û mirovatiyê pê dixapînin û jêra dibêjin “Xewna Amerikî” ev e – yani tu îro
firaxa bişo, sibe jî bibe milyoner. Ev yek dibe xapandina herî mezin, ji ber ku tiştekî bi vî rengî nîne. Dibe ku yek, du istîsna
hebin, lê ev pergal li ser mantiqa kole-desthilatdar avabûye û li ser vê mantiqê dimeşe. Ji bo ku çend kes desthilatdar bin, çend
kes bê kedê zîkê xwe têr bikin û di qesran-vîlayan de jiyan bikin, divê gel feqîr, birçî û bê îrade be. Keda însanan dixwin, welatan
talan dikin, gelan qir dikin, xwîna însaniyetê vedixwin û bi navê “azadiyê”, “mafê mirovan” û “demokrasiyê” jî vê tiştê didin
qebulkirin, didin rewa kirin. Ji bo ku ev yek pêkwere, civakê bê hêz dikin. Hêza civakê jî ji hevgirtina wê tê, naxwe perçe dikin.
Lîberalîzm jî ferd ferd ji hev cuda dike, qut dike, girêdana ferd bi civakê re ji holê radike. Exlaq ji holê tê rakirin û kesayetekî bi
ajoyên xwe ve girêdayî û li gorî berjewendiyên xwe yên şexsî tevdigere avadibe. Ev kesayet ezez e û bê çand e, ji dîroka xwe,
ji xwezaya xwe, ji nasnameya xwe xerîb ketiye. Jiyanekê ku mirinê îfade dike jiyan dike. Ev kesayet mîna heywanekê tenê bi
ajoyên xwe ve difikire: Xwarin, vexwarin, xwe zêde kirin û xwe parastin. Ev kesayetekî li dijî civaka xwe, li dijî gelê xwe, diz,
zayendperest û hov e. Lîberalîzm ya şaş wekî ya rast dide diyarkirin û ferzdike. Lîberalîzm refleksên civakê dikuje, civak
di nava pençên xwe de digire, bernade û dihelîne. Mîna şekirekî jehrî, li ser ziman şirîn e, lê di cewhera xwe de kujer e.
Di nava şoreşê de, di nava têkoşîna azadî û sosyalîzmê de lîberalîzm xeteriya herî mezin e. Lîberalîzm bi temamî dij-şoreş
û dij-sosyalîzmê ye. Yani, kesayeta lîberal jî kesayetekî heya dawî dij-şoreş û dij-sosyalîzmê ye. Kesayetekî lîberal bi tenê
dikare xizmeta dijmin bike, lê nikare xizmeta gel bike. Di kesayeta sosyalîst de valatiyek, zayîftiyek piçuk hebe, di nava
refên şoreşê de kesayetên lewaz hebin, Lîberalîzm mîna vîrusekê dikeve nav de. Lîberalîzm baş dizane zayîftî û lewaziyên herî
piçuk jî ji bo xwe bikar bîne. Bi vî rengî xwe bi cih dike, xwe eşkere nake, lê mîna asîtê her ku diçe yekitiyê dirizîne, pîvanan
nerm dike, hevgirtinê sist dike û pirsgirêkên navxweyî çêdike. Wekî vîrusê sizmayî kesayetê dike. Wekî jehrekî mejî, rih, fikr û
hest ditevizîne û gav bi gav dikuje. Her kêliyekî bê têkoşîn mayînê ji lîberalîzmê re derfet, îmkan û zemîn e. Însanên lîberal
rexne nakin, gilî û gazincan dikin. Yan bê deng e, tenê îdare dike, yan jî tam sekter e, dişkîne û dogmatîk e. Rexneyên ku
dike jî li ser esasî qeygî û tepkiyên xwe yên şexsî dike. Bi xwe jî rexne ser xwe qebul nake, dixeyde, acis dibe, tepkî digire û
hesabên şexsî pêşdixîne. Kesayeta lîberal nikare rêhevaltiyekê rast bike, têkiliyên teng û “ahbab-çawiş” tercih dike. Rûbirûyî
însanan nêrîna xwe nabêje, lê di pişta wî/wê de her tişt dibêje, di civînê de mafê axaftinê naxwaze, lê piştî civînê dikare hertişt
têxe nîqaşê. Kêmasî di xwe de nabîne, hertim derveyî xwe tawanbar dike. Însanên lîberal nikarin komînal jiyan bikin û
nikarin kolektîf kar bikin. Jiyanekê ezez û berjewendîparêz dijîn û xwe li ser derdora xwe dixwazin ferz bikin.
Hin taybetmendiyên kesayeta lîberal:
• ezez e, xwe tenê esas digire, ferdperest e
• oportunîst e
• milkparêz, yanî her li pey lêgerîna milkiyeta taybet/şexsî
ye
• seranser, xemsar, bêberpirsyar
• bê ked, bê istikrar
• di nava şoreşê de xwe li ser nirxên têkoşînê dide
jiyankirin
• di esasa xwe de dij-şoreş e
• reqabeta şexsî ji bo berjewendiyên kesayeta xwe,
kariyerîst e
• durû ye
• têkoşer nîne, îdare dike û dengeyên heyî diparêz e
• di pîvanan de nerm e, pîvanên xwe zû diguherîne
• li gorî berjewendiyên xwe têkiliyên xwe, şiklê xwe û
rengê xwe hildibijêre
• desthilatdar, dogmatîk, zayendperest, modernîst
• hertişt nerm dike