NAVENDA NÛÇEYAN – Mihdî Mihemed Sofî Silêman bi nasnav Mihdî Pêşmerge (73) li taxa Xerbî ya Qamişloyê dimîne. Ew li gundê Bêrtê ya bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Di sala 1982`yan de dema pêşengên tevgera azadiyê xwe digihînin Rojava, Mihdî Silêman wan nas dike.
Xaniyê Silêman bûye şahidê çûn û hatina gelek şoreşgeran û wekî ku ew jî dibêje mala wî bûye “hêlîna avakirina kedê”. Xwişka wî Rûken (Xewla Silêman) di sala 1990`î de tev li Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dibe. Piştî xebatên leşkerî û siyasî di sala 1996`an li girtîgeheke dewleta Tirk şehîd dibe.
Mihdî Mihemed Sofî Silêman got Rêber Apo hişt ku rihê berxwedanê di nava gelan de şîn bibe.
Mihdî Silêman bal kişand ser qonaxa heyî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û diyar kir ku bi fikr û keda Rêber Apo û hevrêyên wî niha ew di nava Şoreşa 19`ê Tîrmehê de cih digirin û li ber xwe didin û wiha dom kir: “Bawerî û îmana me bi wê ked û xwîna tahir tê. Bi fikra Serokatî û dibistana ku ji bo me avakiriye, em bawer in ku dê me bigihîne azadiyê, em bi vê baweriyê li hemberî dijmin û hevkarên wê derdikevin.”
‘JI BO XELASIYA JI ZILMÊ DAXWAZA CIVAKEKE DEMOKRATÎK DIKE`
Mihdî Silêman destnîşan kir ku Rêber Apo ne tenê bang li Kurd û Kurdistanê dike, ji bo xelaskirina gelan ji zilm û zorê, daxwaza civakeke demokratîk û wekhev dike. Da ku her kes bi erk û berpirsyartiya xwe rabe.
Silêman got Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo ji ber tirsa ji felsefeya wî ye û wiha domand: “Ji dema ku Rêbertî hat girtin xuya bû, hêrsek mîna lehiya ku zeviyan dide ber xwe, çêbû. Li wir girêdana bi Serokatiyê derket holê. Hêzên hegemonîk komployê jî ji bo parastina desthilata xwe didomînin.”
`ME 4 SOZ DANE Û EM Ê WAN PÊK BÎNIN`
Mihdî Silêman diyar kir ku wan 4 soz dane û wiha sozên xwe anî ziman: “Ya yekê me daye şehîdan, ya duyemîn me daye Rêber Apo, ya sêyemîn me daye şervanan û ya çaremîn jî me daye gaziyên şer.”
ÇAVKANÎ: ANHA