FRANKFURT – Penc ciwanên Rojhilat li bajarê Frankfurtê li hemberî darvekirina ciwanên li Iranê di dawiya meha çileyê de çalakiya greva birçibûnê dan despê kirin.
Piştî serhildana Jin Jiyan Azadî ku di serî de ji aliyê li gelê Rojhilat û Îranê despê kir, Rejîma Îran bi şiddet, işkence, dil girtina hezaran ciwanan, kuştin û darvekirina ciwanan dixwaze hêza gelan binbixê û heviya gelê azadixwaz li Îran û Rojihlatê Kurdîstan bişkine.
Beriya çend rojan rejima Îran 4 ciwanên Kurd darve kir. 5 Ciwanên Rojhilatî ku li Elmanya jiyan dikin ser wî esasî bi çalakiya greva birçibûnê li bajarê Frankfurtê despe kirin û bi wî rengî jî greva birçibûna ya girtiyen siyasî li Îranê hatiye destpêkirin silav kirin.
Ciwanen Rojhilat despêka axaftina xwe de silav û rêz ji bo hemû malbatên Şehîdên Kurdistanê şandin û taybet ji bo malbatên ew çar şehîdên ku di rojên dawî de bi destê rejîma Îran hatin darvekirin.
“Armanc û hedefa me bi girtina we greva birçibûne wekî ciwanên Rojihlatê weke însanên xwedî kiymet, weki insanên ku xwedi şoreş û nirxên gelê xwe li derdikeve. Em xwedî xwina şehîd û malbatên şehidan derkevin. Em di vê heviyê de ne bi vê greva birçibûnê re hevî bidin ji bo şoreşa Kurd li Rojihlatê Kurdistanê û şoreşa gelan li îranê jî. Em hevidarîn Lİ her derÎ ev şewaza çalakiyê pêş bikevin. Her wiha em beşdarên greva birçibûne li girtingeha Îranê jî slav dikin.”
Her wiha ciwanan di axaftina xwe de banga ciwanan kirine ku xwe tevlî şoreşê bikin û bi her şewazekê, di her keliyêye de xwedî şoreş derbikeven. Bi ketina greva birçibûne an bi şewazekê cûda û helwesta xwe li hember dagirkeriyê bigerin.
Rejîma faşîst ya Îranê nikare bi kuştin doza azadiya gelê me tine bike
Yek ji wan ciwanan jî diyar kir ku: “Em wekî ciwanên Rojhilat li hemberî darwekirinê, li hemberî îşkence, li hemberî dagirkeriya Rejîma faşîst a Îranê îro li virin. Hûn bi kuştinê nikarin doza azadiya gelên me tine bikin. Hûn bi darvekirinan ve nikarin doza azadiyê, rêya azadiyê bigrin. Dagirkeriya Îranê dixwaze rêya çareseriya demokratîk pêş bigire. Em jî îro ji bo piştgiriya malbata Şehîdan taybet çar şehiden ku di sêdare xistin li virin, em ji wan re dibejin, em jî bi wan malbata re ne hun ne bi tene ne. û heya azadiya gelê me, heya tinekirina dagirkerî, heya tinekirina zihniyeta wê ya faşîst emê berxwe bidin.
Daxwaziya me ji ciwanên din jî eve, li her aliye, bi her şewazeke dikarin tevlî vê harekete bibin. Pirsgireka me anha li Îranê Idamkirin, ser qut kirin, kuştina kolberan e. Rejima Îran bi her şewazekê li hemberî ciwanan disekine. Ev pirsgirekekê mezin e.”