HELSÎNKÎ – Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê, nûnerên partî û rêxistinên ji Rojhilatê Kurdistanê li hev kom bûn û meş û mîtîngek lidar xistin.
Girseya gel li qada Senatîntorî li hev civiya û ber bi navenda bajêr ve meşiya. Li navenda bajêr rêxistin û partiyan daxuyaniyên xwe dan.
Di daxuyaniyan de daxwaz ji raya giştî a navneteweyî hate kirin ku li hember kiryarên namirovane û sêdaredana aktîvîstên siyasî bêdeng nemînin.
Her wiha silav li berxwedana “Jin, Jiyan, Azadî” hate kirin û gazî hatin kirin ji bo hevgirtin û rêxistinbûna gelan.
Çalakî bi dirûşmên li dijî kiryarên dewleta Îranê bi dawî bû.