ŞEHBA- Îro li navçeya Ehdas ya herêma Şehba Yekitiya Jinên Ciwan parazenameya pêncemin beşa “Jiyana min li Imrali” bi gel re xwend. Bi beşdar bûyîna yek û dû komînan bi dehan kes li navenda Kongra Star ê pirtûk guhdar kir .
Jina Ciwan bi navê Rojda axaftina destpêke kir û got: “Ev kombûyin li ser esasê naskirina rewşa Rêber APO û rastiya komploya navnetewî ye. Li ser vê esasî em nêrine Rêber APO ku li pirtûk parazename pêncemîn nivisand em bi hev re guhdar bikin.” Piştî axaftin berdevka xweser ya Tevgera Xwandekaran Berivan Hessen pirtûk xwend.
Bi dirûşmên “Bijî Serok APO” û “Bijî Berxwedana Îmrali” xwendin bidawî hate kirin.