NAVENDA NÛÇEYAN
QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî xwe yê ê bi navê Hêlan Cilwî El Ferîc El Selame (Seqman) eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî di Hêzên Cebhet El Ekrad de eşkere kir.
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:
“Hîna dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin, di êrişên xwe de balafirên bêmirov, çekên giran, tank, moşek û çekên din bi kar tînin, da ku ewlehî û îstîqrara herêmê tevlihev bikin.
Lê şervanên me li hember tevahî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê disekinin, da ku parastina xelkê herêmê ji êrişên dagirkeriyê bikin.
Di eniyekî Minbicê de şervanê me Seqman ê ji Hêzên Cebhet El Ekrad ên girêdayî hêzên me di bersivdana êrişên dagirkerî û çeteyên wê de şehîd bû.
Hevrêyê me şehîd tevlî Hêzên Cebhet El Ekrad bû, tevlî gelek dewreyên leşkerî bû. Di perwerdeyan de pisporên şer wergirt, beşdarî gelek hemleyên leşkerî yên li dijî rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst bû û berxwedaneke mezin tevî hevrêyên xwe raber kir.
Em sersaxiyê didin malbata şehîd û tevahî malbatên şehîdên xwe, em ê armancên şehîdan ên rizgarkirina herêmên dagirkirî pêk bînin û parastina ewlehiya xelk û herêmên xwe bikin.
Nasnameya şehîd wiha ye:
Navê tevgerî: Seqman
Nav û paşnav: Hêlan Cilwî El Ferîc El Selame
Navê dayikê: Betle
Navê bav: Cilwî
Cih û dîroka jidayikbûnê: Meskenê/2003
Cih û dîroka şehadetê: Minbic-Erîma-02.02.2024.”