Bi Hejmara yekemîn a sala 2024 em dikevin meha Sîbatê. Meha Sibat di dîroka gelê Kurd de şopeke xwe ya reş hêştiye, ji ber di vê mehê de Serokê hemû mirovahiyê hat dîlgirtin. Ev dîlgirtin di şexsê Rêber APO de li ser hemû mirovahiyê hat ferz kirin, ji ber îro fikir û felsefeya Rêbertî tenê xwe di kurdan de sînordar nehêştiya, belavî hemû cîhan û mirovan bûye. Di eynî demê de bi hatina meha Adarê re buhar jî li deriyê me dixe. Meha Adarê jî bi tekoşîna xwe tê naskirin,agirê laşê Mazlûm, Rehşan, Zekiye û bi sedan fedayiyên weke wan in. Dîsa bi 8’ê Adarê re jî hemû jin dubare berxwedan, tekoşîn û îradeya xwe tînin bîra her kesî û ji xwe re dikin bingeha nûbûyînekî.