Navenda Nûçeyan- Tevgera Çand û Hunerê ya Kantona Efrîn û Şehbayê Koma Çiyayê Kurmênc li ser Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) klîbek nû der xist.
Di nava 6 salên derbasbûyî yên dagirkeriyê de HRE’yê gelek çalakî kirin û di encamê de derbên giran li dagirkeran xistin. Xelkê Efrînê jî xwedî li vê hêza xwe derdikeve.
Tevgera Çand û Hunerê ya Kantona Efrîn û Şehbayê jî ji bo piştgiriya bi vê berxwedanê re klîbek amade kir.
Gotin û awazê stranê ji aliyê hunermendê Efrînî Rêzan Bekir ve hatiye çêkirin di studyoya Çiyayê Kurmênc de hatiye qeydkirin û ji aliyê Koma Çiyayê Kurmênc ve hatiye pêşkêşkirin.
stran bi taybetî ji bo Hêzên Rizgariya Efrînê hatiye çêkirin ji bo lehengiyê û qehremaniyê HRE’ê bide diyar kirin.