NAVENDA NÛÇEYAN – YCWK’ê ji bo balê bikişîne ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo bi daxuyaniyên xwe yên li ser hesabên medyaya dîjîtal û her wiha li gelek cihan li navçeya Esenyurt a Stenbolê afîşa bi wêneyê Rêber Apo vekir. Li Okmeydaniya Stenbolê herî dawî li Akdenîzê ya Mêrsînê li dijî fîrmayeke kesekî faşîst çalakiyek hat lidarxistin.
Daxuyaniya YCWK’ê;
1’ê Sibatê êvara saet 23.00’an li Stenbol/Esenyurtê, bi armanca balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêber APO, posterê Rêber APO hate vekirin.
Ji bo balê bikişîne ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO li Okmeydana Stenbolê , şeva 1’ê Sibatê li gelek cihan nivîs hatin nivîsandin.
Yekîneyên me di 01.02.2024’an saet 03.10’an de li Taxa Akdenîz Çîlek a Mêrsînê li dijî fîrmaya kesê ku hat tespîtkirin têkiliya wî ya faşîst a AKP/MHP’ê heye çalakiyek li dar xistin. Ev çalakî li dijî tecrîda mutleq a li ser Rêber APO hate kirin.
Kes nikare ROJ a me tarî bike!