MUNÎH – Ciwanên endamên TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN (Jinên Ciwanên Tekoşer) , di çarçoveya pêngava ji bo “Ji Rêber APO re Azadî û Çareseriya Demokratîk a Pirsgirêka Kurd ” ku di 10’ê Cotmeha 2023’an de dest pê kiribû hatin cem hev û ji bo meşa Kolnê ku 17 Sibatê de bê lidarxistin bang kirin.
Li ser navê TCŞ’ê Kemal Aydin axivî û got: “Weke hûn jî dizanin 25 sal in tecrîda girankirî li ser Rêber APO tê meşandin. Em ê vê tecrîdê bişkînin. Ji bo vê jî di 17’ê Sibatê de li Kolnê werin cem hev. Em dibêjin Bê Serok Jiyan Nabe!”