DÊRAZOR – Meclisa Ciwanên Partiya Sûriyeya Pêşerojê li rojavayê bajarê Dêrazorê û li taxa Mensûra ya bajarê Tebqayê komxebatan li ser Komploya Navnetewî ya ku di 15’ê Sibatê sala 1999’an de Rêber Apo dîlgirt li dar xistin. Di semîner de li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, bandorê wê li ser herêmê û Rojhilata Navîn û rêyên bilindkirina têkoşînê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatin nîqaş kirin.
Komxebat bi deqayekî rêzgirtin ji bo giyana şehîdan dest pê kir. Piştre jî nîvîsekî hate xwendin û hate destnîşankirin ku 15’ê Sibatê ji bo hemû gelan rojeke reş e. Her wiha hat destnîşan kirin ku “Fikra Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna wî ya ji bo azadî û demokrasiyê li Rojhilata Navîn bi dewletên hegemon û sîstema desthilatdariya navendî re di nava nakokiyan de ne. Ji ber vê ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê û Rêberê wê Abdullah Ocalan hêzên komploger tîfaqekî çêkirin.