NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku di êrişeke çeteyên hikumeta Şamê de li Dêrazorê 6 şervan şehîd bûne.
Navendê di daxuyaniyê de got: “Di êrişa balafireke xwekuj de ku ji herêmên çeteyên hikumeta Şamê hatiye, li dijî akademiya perwerdeyê ya li zeviya El Omer a rojhilatê Dêrazorê 6 şervanên me şehîd bûne. “
Di dewama daxuyaniyê de navendê wiha destnîşan kir: “Di dema ku em êrişa terorîst şermezar dikin, em ê bersiva guncew bidin jêdera êrişê.”