NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya gerîla Çekjîn Anûş ku di 30’ê Îlona sala 2023’yan de li Zapê şehîd bûye, aşkera kir.
Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:
“Ji milîtanên pêvajoya berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, ewladê leheng ê xelkê me yê Serhedê hevrêyê me Çekjîn Anûş 30’ê Îlona 2023’yan li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl şehîd bû.
Hevrêyê me Çekjîn Anûş ku çanda berxwedanê ya xelkê me yê Serhedê pejirand û bîranîna hevrêyên me yên bi fedaîtî şehîd bûn ji xwe re kir rêber, bi îdîa û biryardariyeke mezin têkoşiya. Ji milîtanên hêja yên partiya me PKK’ê ku bêrawestan têdikoşe û azadiya gelê me di ser her tiştî re dibîne, hevrêyê me Çekjîn di vê oxirê de bi rengekî fedaî şer kir. Hevrêyê me baweriya xwe bi wê yekê anî ku li Kurdistanê azadî û serketin tenê bi fedakariya li ser xeta fedaîtiyê dibe, heta hemû hucreyên xwe dilsozê vê yekê ma.
Di serî de malbata hêja ya ku milîtanekî hêja yê weke hevrêyê me Çekjîn mezin kir û tevlî nava têkoşîna azadiyê ya gelê me kir, bila serê xelkê me yê Bazîdê û tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be.”
NASNAMEYA ŞEHÎD
Nasnav: Çekjîn Anûş
Nav û paşnav: Adnan Temel
Cihê jidayikbûnê: Bazîd
Navê dayik û bav: Fazîle, Mistafa
Dem û cihê şehadetê: 30 Îlon 2023, Zap