PARÎS – Di çarçoveya Pêngava “Azadî ji Rêber APO re, çareseriya pirsgirêka Kurd” ku bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Rêber APO û misogerkirina azadiya fîzîkî, banga 17’ê Sibatê ya mezin a Kolnê hate kirin. Di meşê de ku wê komploya navneteweyî jî bê protestokirin, ji ciwanên Kurdistanî yên li Fransayê dijîn hatin.
Daxuyaniya ciwanên di nava rêxistina CKF’ê ya ciwanên Kurd a li Fransayê dijî wiha ye;
“Weke ku tê zanîn ev nêzî 3 sal in tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin. Weke Ciwanên Kurdistanî yên Fransa em bang li hemû ciwanên Kurd dikin ku li dijî vê tecrîda girankirî di 17’ê Sibatê de li Kolnê bicivin.”