NAVENDA NÛÇEYA- Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan, Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê li ber avahiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a li bajarê Reqayê hatin ba hev û bi daxuyaniyekê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO şermezar kir. Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Reqayê Buşra El Elî daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de komplo hat şermezarkirin û hat gotin tecrîd giran a li ser Rêber APO sûcekî dermirovî ye.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ruxmî tecrîdê fikr û felsefeya Rêber APO li her deverê belav bûye û ji tevahî gelên herêmê re bûye rêya azadî û tekoşînê.
Di daxuyaniyê de îşaret bi nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê jin û ciwanan de hate kirin. Hate gotin ku Rêber APO girîngiyeke mezin daye jin û ciwanan û banga beşdarkirina wan di tevahî qadên civakê de dike.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em ji dewleta Tirk a faşîst û çeteyên hevkarên wê re dibêjin hûn nikarin roja me tarî bikin. Em di wê baweriyê de ku em ê di demeke nêzîk de azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk bînin. Azadiya Rêbertî azadiya me ye û azadiya me ji azadiya Rêbertî ye.”
Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hat kirin: “Em tevgerên ciwanên ên li Reqayê bang li tevahî gelên bindest, ciwanan û jinan dikin ku tev li pêngava ji Rêbertî re azadî bibin û piştgiriyê bidin pêngavê. Her wiha em bang dikin ku beşdarî meşa dirêj a li Tebqayê bibin ku dê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk were.”