MARSÎLYA – Endama Koordînasyona CKF’ê ya Marsîlya ya Fransayê Soryaz Serhed, ji bo meşa 17’ê Sibatê li Kolnê bê lidarxistin, bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO û êrîşên qirkirinê yên li ser gelê Kurd.
Soryaz Serhed da xuyakirin, ku ew weke endamên CKF’ê ji bo meşê amade ne, gelê Kurd û ciwanên li Ewropayê dijîn vexwend meşa “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Çareseriya Pirsgirêka Kurd” a Kolnê ku wê di 17’ê Sibatê de bê lidarxistin.