NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên HBDH Ekîn Ceren Doğruak bi daxuyaniyekê li ser hesabê xwe yê înternetê ragihand ku jı bo piştgirî bidin pêvajoya çalakiya gel, li Edeneyê li dijî wesayîteke zirxî ya polîsan, li Dîlokê avahiya Qeyd û Kadastroyê û li Îzmîrê jî li dijî kargeheke hevkarekî çalakî hatin lidarxistin.
Daxuyani wiha ye;
Milîsên HBDH Ekîn Ceren Doğruak: “Me li 3 parêzgehan çalakî li dar xistin!”
Milîsên me di çarçoveya hemleyê de ji bo piştgirî dayîna pêvajoyeke bi vî rengî ya çalakiyên gel rêze çalakî li dar xistin.
Milîsên me di şeva 29’ê Çile de li Edeneyê çalakî li dar xistin. Li Şakirpaşayê me li dijî TOMA û wesayîtên zirxî yên polîsan bi molotof û bombeyan êrîş pêk anî. Di encama teqîna bombeyan de wesayîta zirxî hate derbkirin.
Di 1’ê Sibatê de milîsên me li Dîlokê çalakî li dar xistin. Me saet di 16.00’an de li ser avahiya Qeyd û Kadastroyê çalakiya sabotajê li dar xist. Di encama çalakiyê de beşa arşîvê ya li ser banê bi temamî bû ax.
1’ê Sibatê di saetên sibê de me li Îzmîrê jî çalakiyek li dar xist. Li Kemeraltiyê di encama çalakiya sabotajê ya ku me organîze kiribû de kargeheke alîgirên hikûmeta faşîst bi temamî hate rûxandin.
Gelê me li ber xwe dide. Em weke hêzên fedaî yên gelê xwe li her derê li dijî dijminê faşîst di nava liv û tevgerê de ne. Heta ku em bi ser nekevin em ê nesekinin.