MİNBİC- Di nav meha ku komplo li ser Rêber APO de pêkhatî, Tevgera Ciwanên Şoreşger yên Minbic û gundewarên wê di 6 sibatê roja sêşemê de li gundê El Mihterêq meşekî girseyî rêxistin kirin. Ev meş di bin hemleya Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî pêkhat.
Bi dehan ciwan û jinên ciwan yên gundê El mihterêq û Tevgerê Ciwana kombûn. Meş ji kaziya El mihterêq destpêkir heya meclisa wê, piştre deqeyeke rêzgirtin ji bo rihê şehîdan hat girtin. Dîsa ji aliyê rêveberiya Tevgera Ciwanê Şoreşger ya bajar Heval Hisên Elbegarî axaftin hat kirin û li ser navê meclîsa El mihterêq Hesen Mihemed axaftin hat kirin.