TEBQA- Bi dirûşmeya “Ji Rêber APO re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî” îro sibehê Yekîtiya Jinên Ciwan li navenda çandê ya navçeya Cirniyê pêşengeha suret û pirtûkên Rêbertî rêxistin kirin.
Ev pêşengeh bi tevlîbûna saziyên sivîl, eskerî û gelên herêmê ve pêkhat. Pêşengeh bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna rihê Şehîdan hat seknandin. Piştî wê REWDA EL MİHEMED rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan ya bajar axaftin kir û wisa diyar kir ku armanca vê çalakiyê ji bo belavkiria fikrên Rêber APO li ser her kesî, li hemû gelê herêmê ye û mîsoger kir ku heta bigihêjin azadiya fîzikî ya Rêber APO wê tekoşîn û çalakiyên xwe hîn bêhtir berdewam bikin.