Kobanê– Li navçeya Keneyê ya bajarê Kobanê bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan li dijî esareta Rêber Apo ya ku zêdeyî 25 sal in dewam dike meşek hat lidarxistin. Meşa ku bi sedan jin û ciwan tevlî bûn, bi mîtîngekê dest pê kir û bi daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû. Di meşê de dirûşmeyên azadiya Rêber APO hatin berzkirin. Di meşê de pankartên wêneyên Rêber APO û pankarta “Tekbirina Komploya 15’ê Şibatê Serxistina Jiyana Azad e” hatin hilgirtin.
Piştî meşê ji bo bîranîna Şehîdên Şoreşê deqeyek rêz hate girtin û piştre Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan Neda Şahîn li ser rastiya Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê axaftinek kir.
Neda Şahîn di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman: “Meşa me li dijî komploya 15’ê Sibatê pêk hat. Armanca me ew e ku em weke jinên ciwan û endamên Kongra Star li dijî netewe dewletên ku ji bo pêşîgirtina li fikir û felsefeya Rêber Apo li derve de belavbibe bêdeng in û yên ku dixwazin gelê Kurd tek bibin, em ê dengê xwe bilind bikin. Em di şopên gerîlayên xwe de ne. Em di şopa Rêberê xwe de ne. Em ê her li hember dijmin bin, em ê her gav biqîrin bêjin Bê Serok Jiyan Nabe”