Navenda Nûçeyan- Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî nasnameya şehîdên êrişa li dijî akademiya Hêzên Komandos a li cihê petrolê yê El Omer ê li Dêrazorê daxuyaniyek da.
Navendê di daxuyaniyê de got: “Milîsên Îranê yên li gelek deverên Dêrazorê yên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de belav in, duh bi balafireke bêmirov û biçek êriş hevalên me yên li cihê petrolê yê El Omer kirin. Di encamê de 5 hevalên me şehîd bûn ku di nav wan de 2 birayên hev in.
Hevalên me ji herêma Meyadînê ne ku di demên cuda de ji ber zulma çeteyên DAIŞ`ê û çeteyên rejîma Sûriyeyê ji warên xwe koçber bûne û li herêmên Rêveberiya Xweser bi cih bûne ji ber ku ewlehî lê dîtin. Ji bo parastina yekitiya Sûriyeyê ji gefên derve û hundir tev li hêzên me bûn û cihê xwe di operasyon û pêngavên li dijî DAIŞ`ê girtin û berxwedaneke mezin di Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê li Dêrazorê de nîşan dan ta ku di êrişeke xedar de şehîd bûn.
Em destpêkê sersaxî ji xwe û ji malbatên şehîdan re dixwazin. Di heman demê de em soz didin ku tola wan hilînin, rê li pêşiya kesên hewl didin hêzên me yan jî ewlehiya herêmê têk bibin, bigirin.
Nasnameyên şehîdan wiha ne:
Nasnav: Emmar
Nav û paşnav: Bîla Mihemed El Seûd
Navê bav: Mihemed
Navê dayîkê Nehîde Mişewh
Cih û dîroka ji dayîkbûnê: Dêrazor-Meyadîn 2005
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-cihê petrolê yê El Omer, 5-2-2024
Nasnav: Demhat
Nav û paşnav: Ebdurezaq Ayiş El Seûd
Navê bav: Ayiş
Navê dayîkê; Hediye
Cih û dîroka ji dayîkbûnê: Dêrazor-Meyadîn 200
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-cihê petrolê yê El Omer, 5-2-2024
Nasnav: Gelhat
Nav û paşnav: Emmar Dawûd Ebdulwehab
Navê bav: Dawûd
Navê dayîkê: Intîsar El Şerabî
Cih û dîroka ji dayîkbûnê: Dêrazor-Meyadîn 2001
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-cihê petrolê yê El Omer, 5-2-2024